IHD: Divê lêpirsîn ji bo “Gare”yê were kirin

.

IHDyê ew kes şermezer kirine ku di dema operasyona Gareyê de bûne sedema kuştina 13 kesan. IHDyê gotiye ku divê li dadgehan hesap ji wan kesan were xwestin.

Komeleya Mafên Mirovan (IHD) derbarê mirina wan kesan de civîneke çapemeniyê li dar xistiye ku PKKyê ew girtibûn.

Wezareta Berevaniya Netewî di 13ê Sibata 2021ê de daxuyaniyek weşandibû û tê de behsa operasyona hewayî û bejayî ya 10ê Sibatê li Gareyê pêk hatibû, kiribû. Wezaretê gotibû, “Di şikefteke stargeh de cesedê 13 hemwelatiyên me yên sivîl hatiye dîtin.”

IHDyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, “Ji daxuyaniyên Serfermandarî tê fam kirin ku dixwestin ew kesên berê dest danîbûn ser wan rizgar bikin. Lê tişta ku me hemûyan xemgîn dike, candana wan û qetlîama ku hatiye jiyîn e.”

Oztur Turkdogan, Hevsekorê Giştî yê IHDyê di civînê de sersaxî ji malbatên wan kesan re xwestiye û wiha gotiye: “Em sersaxiyê ji wan malbatên xemgîn re dixwazin ku kesûkarên xwe winda kirine. Ji ber me ew kes bi saxî rizgar nekir, em gelekî xemgîn in.”

Turkdoganî her weha kesên bûne sedema mirina 23 leşker û polîsan şermezar kiriye û gotiye ku kesên bûne sedem bila werin dadgehkirin.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin