Îfadeyên amîralan: “Metna belavokê damezrênerê İYİ partî Ergun Mengi amade kir”

.

 Îfadeyên amîralên deryayê ku 104 kes peyamekî îmze kiribûn û di nîvê şevê de li ser Kanal a Îstenbolê û Peymana Montroyê hatibû belavkiribûn, 10 kes ji wan hatibûn binçavkirin û derket ku ne ew metna belavokê amade kirine.

Parêzerê 10 amîralên di bin çav de Celal Ülgen got ku ew general weha gotine:

“Me metna belavokê xwend. Pirsîn bê em ê îmze bikin an na? Me jî tê de ti talûke nedît û îmze kir. Metnê belavokê ne me nivîsandiye.”

Parêzer got ku li ortê kesê metne nivîsandiye tine ye. Tekane kesê metne nivîsandiye, damezrênerê İYİ partiyê Ergün Mengi ye. Niha 10 amîralên xaneşîn di bin çav de ne û bangî 4 gumanbaran kirin da îfade bidin. Lêpirsîna amîralan li baregeha asayîşa Ankara dewam dike.

Di lêpirsînê de amîral bi tewana ‘di rêya cebrê û şiddetê de rakirina nîzama qanûnî ji holê’ hatin tewankirin.

Siyaset Haberleri

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin
Serokê Diyarbakirsporê hat girtin: Xwe wekî 'karmendê MÎTê' da naskirin
Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn
Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin
Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû