Îfadeya qatilê malbata Kurd: Piştî min ew kuştin, ji bo şopê nehêlim min agir berda xanî

.

Qatilê 7 endamên malbata Kurd li navçeya Meram a Konyayê Mehemt Altun ku doh 4ê Tebaxê piştî hefteyekê bi ser êrîşa hovane de hatibû desteserkirin, heman wekî daxuyaniyên rayedaran îfade da û got, ew ji bo lihevanîna malbatan çûye mala wan û piştî ku meşiyane ser wî jî ew kuştine.

Qatil Altun di îfadeya xwe ya ku medya tirk belav kiriye de gotiye, ew li ser daxwaza malbata xwe ji bo giliyê dadgehê betal bikin û wekî karmendekî şaredariyê xwe nîşan daye û çûye mala malbata Dedeogullari. Lê dema wî maskeya xwe derxistiye, ew nas kirine û malbata Dedeogllari meşiyane ser wî û wî jî gule bi ser wan de reşandine. Herwiha li gorî îfadeyê, qatil piştî birîndarkirina hemû endamên malbatê careke din ji bo wan temam bike gule berdane ser wan û ji bo tomarên kamereyê jiholê bên rakirin û şopê li pey xwe nehêle jî agir berdaye xaniyê wan.

Parêzerê Malbata Kurd Abdurrahman Karabulut piştî girtina qatil dibêje, “tetîkêş û gumanbarên alîkarîya qetlîamê kirine hatine girtin, her bi çi sedemê ew qetlîam hatibe encamdan emê li pêş dadweriyê hesabê wî teqez bipirstin. Canê Kurdan ne erzan e.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin