Îdia/ YPGê li ser Pêşmergeyên Roj pêşniyara Amerîkayê red kir

Hate gotin ku Amerîkayê pêşniyara bicihkirina Pêşmergeyên Roj li ser sînorê Tirkiyê bo berîlêgirtina êrîşên Tirkiyê ji aliyê YPGê ve hate redkirin.

Hate ragihandin ku doh derdora 100 Pêşmergeyên Roj ji Başûrê Kurdistanê bi hevahengî û çavdêriya Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û digel rayedarên YPG û PYDê civiyan.

Di vê civînê de veguhastina Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê hat gufûgokirin.

Li gor nûçeyan, di civînê de ti rêketin nehatiye bidestxistin.

Hat gotin ku Rayedarên Amerîkayê hewl dane ku YPGê bo bicihkirina li ser sînorê Tirkiyê qanî bike da ku ji bo êrîşên Tirkiyê bibe herêmeke tampon ku Amerîka di vê baweriyê de ye ku rayedarên Tirk jî vê pêşniyara Amerîkayê qebûl bikin.

Lê hate îdiakirin YPGê vê pêşniyara Amerîkayê red kiriye bes hewla Amerîkayê bo qanîkirina YPGê didome. 

Li aliyekî din Fermandarekî YPGê jî red dike ku Pêşmergeyên Roj derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbin.

Li aliyekî din Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, ji bilî vê, îdia kir ku YPGê van 48 demjimêrên dawîn, li dijî êrîşên gengaz ên Tirkiyê bi sedan şervanên xwe digel çekên xwe yên giran, ber bi Kobanê û Tel Abyadê bi rê kirine. Herwiha, SOHR dibêje di van kêliyan de leşkerên Amerîkî jî li ser wê xetê gera çavdêriyê pêk anîne.

SOHRê herwiha îdia kir Amerîkayê li Rojhilata Firatê 2 baregehên nû yên leşkeriyê danîne û hevkariya xwe digel YPGê heta 2020an dirêj kiriye.

 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin