îdia/ Rûsya û Amerîkayê li ser 'Modela Xweseriya Kurdan' li hev kiriye

Nivîskarê Haberturkê Serdar Turgut di gotara xwe ya îro 3yê Çileyê de got ku Rûsya û Amerîkayê beriya niha bi demeke dirêj li ser herêmeke xweser a Kurdan li hev kiriye.

Serdar Turgut dibêje, ji bo modela rêveberiya Kurdan a Sûriyê, Rûs dibêjin ‘Modela Kurdistana Iraqê’, Amerîkî jî dibêjin, ‘Modela Qamişlo’ ku li formuleke Tirkiye jê aciz nebe digerin.

Turgut di nivîsa xwe de diyar kir, piştî ku bandora PKKê were kêmkirin û wekî Rûsya dixwaze, bi rejîma Sûriyê re jî Kurd li hev bikin dê xweseriyeke bi sînor bo Kurdan bê dayîn û nifûsa wan jî dê bo sînorê başûrê Tirkiyê bê kişandin.

Nivîskarê Tirk dibêje, heger kordînasyona Rûsya, Tirkiye û Amerîkayê jî pêk were, dê herêma xweser bêyî ku ti metirsiyeke wê hebe, bi bandora Rûsyayê were birêvebirin û bi vî awayî jî tê çaverêkirin, Tirkiye bi hinceta ku Sûriye nayê parçekirin li dijî dernekeve. Turgut dide zanîn ku niha li ser mijarên erdên çandiniyê yên berhemdar ên Kurdan û parvekirina qadên petrolê di navbera rejîmê û kurdan de danûstandin têne kirin.

Nivîskarê Tirk ji bo çekên Pentagonê dane YPGê jî diyar dike ku ji bo ew çek nebin metirsiyek, tê plankirin ku yan ji wan bên standin yan jî dê rê li ber bikaranîna wan bê girtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin