Îdia: Rusya dike ku Ti Rifatê radestî Tirkiyeyê bike!

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê îdia kir ku Rûsyayê pêşniyaz kiriye bajarokê Til Rifet radestî artêşa Tirkiyê bê kirin. Rewangehê diyar kir ku li ser vê mijarê nakokî di navbera Rûsya û Îranê de rû daye.

Hat gotin ku li beramber radestkirina bajarê Til Rifetê bo Tirkiyê Rûsya dixwaze çekdarên opozîsyona Sûriyê jî ji gundewar û navçeyên Idlib û Lazqiyê derkevin.

Bajarokê Til Rifetê ku xwedî cihekî stratejîk e, berî niha di bin kontrola YPGê de bû û piştî ku Efrîn hat dagirkirin YPG ji wê herêmê vekişiya û ew dever ket bin kontrola artêşa Sûriyê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin