Li gorî rojnameya El-Weten, radestkirina Taxa Neşwa ji aliyê HSDê ve, yek ji xalên rêkeftina di navbera wan û Hikûmeta Sûriyê de ye, ku berî niha di encama çend civînan de, li ser vê yekê lihev kiribûn.
Heya niha, ne HSDê û ne jî rêveberiya xweser ew nûçe piştrast nekirine.