Îdia ev e ku rejîma Sûriyê Qamişlo û Hesekê dagir bike

Rejîma Sûriyê dixwaze komployekê li dijî PYDê bike û dixwaze dest dayne ser du bajarên rojavayê Kurdistanê.

Çavkaniyeke taybet li Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragihand, rejîma Sûriyê ev du hefte ye gelek yekîneyên leşkerî û çekên giran gihandine balefirgeha Qamişloyê.

Li gor heman çavkaniyê rejîma Sûriyê li benda êrîşa artêşa Tirkiyê ya ser PYDê ya li Rojhilata Firatê ye, ku di heman demê de ligel wê êrîşa Tirkiyê, rejîma Esad jî êrîş bike ser du bajarên Hesekê û Qamişloyê û bi temamî bixe bin kontrola xwe û dagir bike.

Çend heftiyeke artêşa Tirkiyê gefa dagirkirina Kobanê dike û berdewam binke û baregehên PYDê ji Bakurê Kurdistanê ve topbaran dike.

Li gor heman çavkaniya ku agahdare rewşa siyasî ya rojavayê Kurdistanê, heta niha helwesta Amerîkayê yê di derbarê hewldana dagirkeriya Tirkiyê û wê komploya rejîma Sûriyê de ne zelal e û ev yek jî bûye sedem ku derûniya hemwelatiyên wê beşa Kurdistanê ji vê yekê bi nerênî bandor bibe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin