Îdia: Berpirsekî êrîşa 11ê Îlonê ketiye destê YPGê

Li gorî rojnameya Bielda ya almanî, Mihemed Zemar ku yek ji organîzatorê êrîşa 11 Îlona 2001an a li ser Amerîka bû, niha di zindaneke YPGê de ye.

Wî rojnemeyê di manşêta xwe de nivîsiye ku cîhadiyê almanî di zindana kurdan de ye.

Mihemed Zemar ew bixwe sûrî ye û hemwelatiyê Almanyayê ye û di rêxistiya El-Qaîdeyê de, li bajarê Hamburg yê Almanya kar dikir û yek ji serkirdeyên El-Qaîde yên ku plana êrîşa 11 Îlonê li dijê Amerîkayê ye.

Zemar piştî wê êrîşê hat girtin û ji ber ku ew kesekî sûrî ye, di sala 2002an de radestî Hikûmeta Sûryê hat kirin.

Piştî ku ji zindanên Hikûmeta Sûryê hat berdan, di sala 2013an de jî tevlî DAIŞê bûye. Herwiha nehat eşkerekirin ku gelo çi wext ketiye destê YPGê.

 

(sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin