Îdeolojî û Kurdewarî

Nuri Aldur

Nuri Aldur

Di dema salên 1990 an de (bi hilweşandina sîstema Sowyet û xerakirina dîwarê Berlînê) teza ku ”îdeolojî neman/mirin” kete rojeve, analîz û şîrovekirina politîkayê de. Rastbû ku Rusya û yên mîna wê, derbasî kapîtalîzmê bûn û ekonomîya sosyalîst/ekonomîya bi plan têkçû. Helbet di beşên ekonomî û politîka ekonomîde gûhertin çêbûn û merov karêt bibêjê ku bandorek li ser îdeolojîyê jî kir; balam divêt li gor hinek krîteran eve tişt bên gotin. Çawa?                                                                                                                           

 Ji bo doza kurdewarîyê, eve tişt hem rasta û hem jî derewe!                                           

 Em bi derewê destpêbikin. Hê di dema ku  ”îdeolojî ne miribûn” jî, ti rola îdeolojîyan di qada Rojhelat û enternasyonal de, di pêvajoya doza Kurdistanê de nebû.  Çilo? 

Du rejîmên baasî/dîktatorî; dest û birakên dewletên sosyalîstbûn û bi arîkarîya wan, wan kurd qetldikirin/Kurdistan bombabaran dikirin. Ka di kûdera îdeolojîya sosyalîzmê de dibêjê ku gelên bindest, dibêt ku bên perçiqandin? Lê li vir berjewendîyên ferd/dewlet û blokan li ser îdeolojîyan re bû. Ha, divêt ev tişt jî bêt gotin, ku dewletên ne sosyalîst jî di gel van her dû dewletan ve, xweş û bêş bûn. 

Her dû dewletên din ku dagirkerên Kurdistanê bûn(Îran/monarşîk û Tirkîye/kemalîst) sekuler bûn û xwe mîna awrûpîyan/amaerîkîyan didîtin anjî dixwestin ku mîna wan bin û li gel hemî alîyan ve di têkilîyande bûn. Ticaret, dîplomasî di sewîyên herî bilind de bûn. Demokrasî, mafên merovan, azadîya kesan; ne di bîra sosyalîstan û ne jî di bîra ne- sosyalîstan de bûn. Menfaet/berjewendî/egoîzm li ser hemî tiştîre bû:  demokrasî, biratîya gelan, wekhevîya kes û deran derew, propaganda saxte û dirûtîye hişkere bû.

De ka em werin ser mesela ku ”îdeolojî neman/mirin” di mêjû û dema niha ya kurdewarî yê de jî, çend gotinan qalbikin.Di nav me kurdan de jî, hemû awayên marksîstî çêbûn: stalinist, troçkîst, maoîst, enver xocecî û kampên filistînîyan û dawî jî ”made in kurdî; barzanîcî, talabanîcî, apocî, hudaparcî…Ha li vir em karin bibêjin ku mirina îdeolîyan hinekî kete rojeve politîka kurdî de. Ew tûjbûnên îdeolîjîkî yên berê nemana, serokatîya Başûr înîsiyatîva arîkarîya politîkî bo Rojava girte ser xwe û eve jî hêvîyên ku birêz Bafil Talabanî hemberê hûkûmeta Başûr piçek nermtir bibe ye.        

Trendeke din ku nûye jî, emê bikarin bi navê Trump/Trumpizmê bi nav bikin; ku ew jî eve ku ti îdeolojî/mîdeolojî li cem wî xwîyanakê! Ha, hinek kes karin bibêjin ku ewe emperyalîstekî têrnexwere û rastîya vî tiştî jî ne ku nîne.                                                

Berî bi çend rojan wî li ser kurdên Rojava weha di got: ”….kurd jî ne hînikin…me arîkarîya wan kir, wan pere bo xwe birin û pere nedane me….”. Vê gotina mr. prsîdent gotineke pêşîyan ya li mentîqa Tor ê (li bakûrî Kurdistan/Midyad- Mêrdîn) anî bîramin. Ew gotin bo wan kesên GELEKÎ qesîs, destgirtî/cimrî têt gotin û ew gotin wehaye: ”…filankes qûna mirîyan di alîsê…” .