Îdareya niha ya Amerîkayê ji ya berê zêdetir piştevaniya me dike

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ragihand; piştî vekişîna Amerîkayê ji Efxanistanê, rayedarên amerîkî ji wan re tekez kirine ku ti guhertinên serbazî li Sûriyê çênabin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ragihand; piştî vekişîna Amerîkayê ji Efxanistanê, rayedarên amerîkî ji wan re tekez kirine ku ti guhertinên serbazî li Sûriyê çênabin.

Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de ji The Washington Postê re diyar kiriye ku di heft mehên destpêkê yên îsal de pêwendiyên wan bi Washingtonê re gelek baş bûne û ew pêşbînî dikin ku eger Amerîka sozên xwe bi cih bîne, rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê heta astekê baş be.

Ebdî destnîşan kiriye ku îdareya niha ya Amerîkayê piştevaniyeke siyasî û serbazî ya mezin û bêhtir ji îdareya berê dide wan û piştî vekişîna Amerîkayê ji Efxanistanê rayedarên amerîkî ji wan re tekez kirine ku ti guhertin li Sûriyê çênabin.

Fermandarê Giştî yê HSDê li ser êrîşên milîsên Îranê jî diyar kiriye ku ew naxwazin devera wan bibe devereke milmilaniyê û ew daxwaz dikin ku asta şer bilind nebe.

Mezlûm Ebdî derbarê gefên DAIŞê de hişyarî da û eşkere kir ku zêdetirî 11 hezar çekdarên DAIŞê li cem wan girtî ne û kesên ku parastina zindanan dikin, pêwîstiya wan bi rahênanên bêhtir heye.

Ebdî hêviya xwe anî ziman ku Amerîka li Rojavayê Kurdistanê bimîne heta dîtina çareseriyek ji bo krîza Sûriyê.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin