Icar dê herdû qezayên Kurdistanê bibin wilayet

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKP gotîye dê Gever û Cizîr bibin wilayet.

Di axaftina xwe ya di Kongreya 73ê ya Yekîtîya Sazîya Ode û Borsacîyan de Serokkomarê Tirk Recep Tayyib Erdogan gotîye bajerwanî karî wî ye, ew ji seroktîya şaredarîyê tê, kuderê bibe wilayet û kuderê nebe ew baş zane û dê Cizîr û Gever bibin wileyat ango Heqerî û Şirnex veguhezin Gever û Cizîrê

Par ji hikumeta AKPê pêşnûmayek şandibû Meclîsa Mezin a Tirkiyê, ku Heqarî û Şirnex ji wilayetbûnê bikevin û li şûna wan Gever û Cizîr bibin wilayet lê li ser îtîrazan xelqê wan herdû bajêran ew dev ji vê pêşnûmeya xwe berdabûn.

Wer xuya ye piştî serokkomarê Tirk Erdogan îktîdara xwe qewîm kirîye dê îcar ev daxwaz bi cî bibe.

Wek dihê zanîn di van bajaran de şerê bi navê hendekan rûdabû; Cizîr, Şirnex û Gever bi temamî hatibûn wêrankirin û gelek ji nifûsa wan koçber bibûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin