Îbrahîm Reîsî, Serokomarê nû yê Îranê dest bi wezîfeyê kiriye

.

Îbrahîm Reîsî, Serokomarê nû yê Îranê di merasîma ku li parlamentoyê pêk hatiye de sond xweriye û dest bi wezîfeyê kiriye.

Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariyê de ku di 18ê Hezîranê de pêk hatibû, bi serketibû û roja Sêşemê mazbataya xwe ji Ayetûllah Alî Hamaneyî, Serokê Rûhanî yê wî welatî girtibû.

Piştî ku Reîsî hatiye ser wezîfeyê behsa nirxên olî û politikaya derveyî kiriye.

Reîsî destnîşan kiriye û gotiye, “Ez ê xwe fîdayî xizmeta gel, rûmeta welat, belavkirina exlaq û ol, piştgirîkirina edalet û heqîqetê bikim.”

Her weha Reîsî soz daye ku ew ê li dijî dijminên Îranê yên li herêmê û rojhilat têbikoşe.

Îbrahîm Rêîsî diyar kiriye ku encamên hilbijartinê li dijî “hêzên pozbilind” peyameke.

Reîsî soz daye ku ew ê pêwendiyên xwe bi welatên din yên rojhilata navîn re çak bike. Reîsî weha gotiye, “Ez destê biratî û dostayetiyê dirêjî di serî de cîranên me tevahî welatên herêmê dikim.”

Reîsî destnîşan kiriye ku tu “astengî” li pêşiya me nîne ku em têkiliyên xwe Erebîstana Siûdî re çak bikin.

Îbrahîm Reîsî di axavtina xwe de qala cezayên Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) yên li ser Îranê kiriye û gotiye, divê ew ceza bên rakirin. Amadebûna welatê xwe ji bo diyalog û çareserkirina pirsgirêkan ragihandiye.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn