Hûsiyan êrîşî Siûdî kir

Li paytextê Erebsitana Siûdî Riyadê dengê çend teqînên mezin hatin bihîstin. Televîzyona El Arabiya daxuyand ku şervanên Hûsiyan yên li Yemenê moşek bi ser paytex Riyadê de barandin lê ji aliyê pergala parastina hewayî ve hatine astengkirin.

Televîzyona Dewleta Erebistana Siûdî eşkere kir ku pergala parastina hewayî ya Siûdî moşekên ku ji aliyê şervanên Hûsiyan bi ser paytext Riyadê de pekandin e, hatine astengkirin.

 

Li gor ragihandina çavkaniyên Reutersê li Riyadê beriya niha 4 teqîn pêk hatin e. Di çend mehên dawî de şervanên Hûsiyên li Yemenê bi moşekan êrîşî Erebistana Siûdî dikin, lê êrîşên bi moşekan ji aliyê pergala parastina hewayî dihatin astenkirin.

Erebistana Siûdî û mutefîkên wê di Adara 2015an de li dijî şervanên Hûsiyan bi hêzên Mansur el-Hadi ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek hikumet hatin naskirin têkoşiyan. Ji wê demê û heta niha Hûsiyan li herema sînor, li dijî Erebistana Siûdî ji 100î zêdetir moşek bikaranîn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin