Human Rights Watch: "Êrîşên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê yasayên cengê binpê dikin"

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, êrîşên Tirkiyê li ser sînorên Herêma Kurdistanê, weke binpêkirina yasayên şer binav kir.

Di daxuyaniyekê de, Rêxistina Human Rights Watch diyar kir, ku pêwîst e lêkolîn li ser çar êrîşên ezmanî û bejahî yên Tirkiyê bê kirin, ku di çend mehên derbasbûyî de, li sînorên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê hatine kirin û di encamê de, heft welatiyên sivîl canê xwe jidest dane û welatiyek birîndar bûye.

Human Rights Watch tekez kir, ku ew corên êrîşan ji armancên serbazî dûr in û yasayên cengê binpê dikin.

Rêvebira Beşê Rojhilata Navîn di wê rêxistinê de, Lema Feqîh daxwaz ji Tirkiyê kir, ku di encamdana êrîşên xwe de, hemû amadekariyan bike û xwe ji ziyangihandina xelkên sivîl dûr bike.

Herwiha Lema Feqîh got: Pêwîst e Hikûmeta Tirkiyê lêkolînê li ser wan êrîşên neyasayî bike, ku ziyan li welatiyên sivîl kirine û wan kesan siza bide ku êrîş encam dane û yasa binpê kirine û wan malbatan qerebû bike, ku ji encama êrîşan ziyan dîtine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin