HUDA PAR: Tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ji kar dûrxistina serokên şaredariyên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê wek kiryareke dijî hiqûqê bi nav kir û ragihand: “Li şûna kesekî ku hatiye hilbijartin de tayînkirina kesekî ne hiqûqî ye".

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ji kar dûrxistina serokên şaredariyên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê wek kiryareke dijî hiqûqê bi nav kir û ragihand: “Li şûna kesekî ku hatiye hilbijartin de tayînkirina kesekî ne hiqûqî ye.

Wezaretên Navxwe ya Tirkiyê li şûna şaredarîyên bajêrên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm tayin kir. HUDA Parê derbarê tayînkirina van qeyûman de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê da hatiye gotin:“Di şûna keseên ku hatiye hilbijartin de ji teref wezaret û walîtîyê ve bo demekê tayînkirina kesekî din ne ‘hiqûqî’ ye.

Herwiha di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin ku walîyên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê wek qayyûm li şaredarîyan hatine tayînkirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Dihat hêvîkirin ku wesayeta îdareya navendî ya li ser birêveberîyên mehellî bên rakirin, qet nebe jî bê kêmkirin. Lêbelê di qanûna şaredarîyê ya bi reqema 5395an de di slaa 2016an de guhartinek hat kirin û wesayeta heyî bihêztir hat kirin.  Kesê ku hatiye hilbijartin nabe xwedî maf ku sûc bike; bi guhartina ku di sala 2016an de hat kirin, di şûna kesekî/ê ku hatiye hilbijartin de tayînkirina kesekî ya ji teref wezaret û walîtîyê ve bo demekê  wek ‘qanûnî’ hat nîşandan; lê belê ev yek ne ‘hiqûqî’ ye. “

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin