HUDA-PAR helwesta xwe ya referandûmê eşkere kir

HUDA-PAR li ser bingeha fikra ummetê hatiye damezirandin û yek ji partîyan e ku mafê wê heyê bikeve hilbijartinan û bi taybet jî li Kurdistanê bi rêxistin e.

Serokê HUDA-PAR yê Giştî  Zekerîya Yapicioglu  îro li  navenda partîya xwe ya Enqerê civîneka çapemenîyê li dar xistîye û dîtina partîya xwe  di derbarê  referandûma 16ê Nîsanê ku guherîna sîstema serokkomarîyê tîne, eşkere kiriye. Yazicioglu gotîye, guherînan ku dihên kirin ew kêm dibînin û bi temenîya ku ewê bibe gavekê ji bo destûreka nû  û sivîl ewê di referandûmê de dengê 'Erê' bi kar bînin.

Partîya Dawaya Hur (HUDA-PAR) li ser bingeha fikrê ummetê hatiye damezirandin û yek ji partîyan e ku mafê wê heyê bikeve hilbijartinan û bi taybet jî li Kurdistanê bi rêxistin e. Sîyaseta wê zêdetir nêzî partîyên îslamîst yên Tirkan e û di  2015ê de ew neketibû hilbijartinan, piştgirîya AKPê kiribû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin