HUDA PAR bang li HDPê kir

Berdevkê Huda-Parê Sait Şahin di televîzyona KRTyê de derbarê pêwendî û pirsgirêkên bi HDPrê vegot û bangî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir ku divê em êdî pêwendiyên xwe normalîze bikin û dev ji neyartiyê berdin.

Berdevkê Huda-Parê Sait Şahin beşdarî bernameya televîzyona KRTê bû ku ji Tirkiyeyê weşanê dike daxuyaniyên girîng dan.

 

Şahin da zanîn ku bi HDPê re divê em êdî pêwendiyên xwe asayî bikin û dev ji gengeşiyan û neyartiyê berdin.

 

Şahin wiha berdewam kir: "Di kurdan de birayek ji HDPê ye, yek ji Huda-Parê ye, em behsa meseleyek malbatî dikin, meseleya HDPê û Huda-Parê jî pirsgirêkek malbatî ye, çarserkirina pirsgirêkên vê malbatê bo berjewendiyên welêt girîng e."

 

Şahin dest nîşan kir ku em neyartiya bi HDPê re rast nabînin, heke xeta jî kiribin û heke em îdeolojiya wan, zîhniyeta wan rast nebînin jî divê em vê dijminatiyê ji holê rakin û em ji bo vê gavan diavêjin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin