HSDê li dijî DAIŞê dest bi operasyonekê kir  

.

HSDê li, navçeyên sînorî, biyabanên Dêrazorê û gundewarê başûrê Hesekê, li dijî DAIŞê dest bi operasyonekê kir. Li gor Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel daye zanîn: “Operasyona ku me ragihandiyê wê berdewam be heta ku şanêyên DAIŞê bêne tunekirin û hejmarek ji wan bêne eşkerekirin. Herwiha rola wan ya têkbirina li navçeyê were bêbandorkirin.”

Metirsiya DAIŞê, li başûrê Hesekê û gudewarên rojhilatê Dêrazorê berdewam e. Tu cografyayek di destê wê rêxistinê de nemaye, lê xetera wî jî hîn heye.

Xîlafeta DAIŞê hate rûxandin, lê bi rêya şaneyên razayî tev digerin û dixwazin tirseke mezin bixin nava xelkê. Nişteciyên Şedadê diyar kirine, xelk ditirsin ew şaneyên razayî zêdetir xwe aktîv bikin û aramiya wan têk bidin.

Li sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de, di dema dawî de tevgera endamên veşartî yên DAIŞê têde zêde bûne. Operasyona HSDê jî, navçeyên sînorî, biyabanên Dêra Zorê û gundewarê başûrê Hesekê li xwe digre.

Hêzên hevpeymaniya navdewletî alîkariya HSDê dike, ku di 8ê vê mehê de, karwana alîkariyan di sala 2021 de gihandin serbazgeha xwe ya li Şedadê.

Berdevkê HSD Kîno Gabrîel di derbarê Şaneyên DAÎŞê yê veşartî de destnîşan kiriye: “Şaneyên DAIŞê hatin girtin ku pere ji rêxistina DAIŞê re dişandin û di derbarê veguhestina çek û teqemeniyan de dibûn alîkar, operasyona ku me ragihandiyê wê berdewam be heta ku şanêyên DAIŞê bêne tunekirin û hejmarek ji wan bêne eşkerekirin. Herwiha rola wan ya têkbirina li navçeyê were bêbandorkirin.”

Li Rojavayê Kurdistanê, 5 hezar çekdarên DAIŞê hatine girtin û zêdetirî 60 hezar ji endamên malbatên wan li kampên Hol û Roj dijîn.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin