HSDê îdiaya 'Hevpeymanî bi şaşî li HSDê xist' derewand

Îdiaya ku di çapemeniya Rûsî de derket ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ku Emerîka serkêşiya wê dike, li Hecîna rojhilata Dêrazorê bi şaşî li HSDê xistiye û 6 şervanên HSDê kuştiye, ji aliyê HSDê ve hate derewandin.

Îdia ev bu ku şeva borî li nêzîkî bajarokê Hecîn li rojhilatê Dêrezorê bi bombebarana balafirên Hevpeymaniya navdewletî bi şaşî bombebaran kirin û 6 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan û 15 şervan jî birîndar bûn.

 

Lê li gor çapemeniyê, ev îdia ji aliyê berpirsên HSDê ve hate derewandin. 

Berpirsekî payebilind ê HSDê ragihandiye li herêmê li dijî wan êrîşek pêk nehatiye û ji ber dijberiya bi Emerîkayê re çapemeniya Rûsî nûçeyên pûç û derew ên bi vî rengî belav dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin