HSDê dawîn operasyona dijî DAIŞê ragehand!

Hêzên Sûrİya Demokrat (HSD), qunaxa dawî ya şerê dijî DAIŞê li navçeyên rojhilatê Firatê ragihand.

Operasyona HSD, ji çar aliyan ve, bi hevrêzî li gel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, bi serokatiya Amerîka birêve diçe û armanca wê, paqij kirina navçeyên rojhilatê Firatê ye.

HSD di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên wan roja Duşemê 10/9/2018, di dawîn demjimêra êvarî de, qonaxa dawî ji şer li rojhilatê çemê Firatê destpê kir.

Herwiha diyar kir, ku operasyon wê li dijî dawîn asêgehên DAIŞê û ji bo rizgarkirina navçeyên Hecîn, Suse, Şe'ife û gundê Mezar'i û derdora wan navçeyan be.

Di daxuyaniya HSDê de hatiye, ku Encûmena Serbazî ya Dêra Zorê û pêkhateyên pasewanên sînor û fewcên hêzên taybet ên ser bi YPG û YPJê ve, bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî beşdarî operasyonê bibin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin