HSDê bersiva Wezareta Berevaniya Tirkiyê da

.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê red kir ku gotibû wan 7 şervanên HSDê kuştine û otomobîleke mayinkirî teqandine.

Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê, îdia Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya ên têkildarî canjidestana 7 şervanên HSDê red kir.

HSD ragihand ku daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ji rastiyê dûre û ti şervanekî wan jiyana xwe ji dest nedaye û ti otombêlek jî li ser sînorê grûpên çekdar nehatiye teqandin.

Di daxuyaniya HSDê de wiha hate gotin: “Di rojên 4-5-7ê Adarê de ji aliye Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya dagirker ve li ser hesabên xwe yên fermî têkildarî li herêmê (bi navê Mertalê Firatê) hîn nûçe belav kirin. Nûçeya ku wekî 7 şervanên me şehîd xistine, ne rast e. Her wiha dibêjin ku wesayîteke teqemenî lê barkirî, bê bandor kirine. Ev bûyerên ku tên gotin, tu rastiya wan nine. Artêşa Tirk a dagirker bi van nûçeyan dixwaze êrişên xwe yên li herêmê rewa bike. Gelê me û raya giştî divê bi van nûçeyan bawer neke.”

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin