HSDê bersiv da Wezareta Berevaniya Tirkiyê û kuştina 6 şervanan red kir

.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê, bersiv da duxayaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê û red kir ku 6 şervanên wan bi êrîşa artêşa tirk can dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir, “Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi belavkirna îdiayên derew li ser malper û hesabên xwe yên fermî, asta bêçaretiya xwe nîşan dide.”

HSDê li ser îdiaya kuştina 6 şervanan wiha got: “Li gorî wan nûçeyan rojên 4 û 8ê Gulanê qaşo li herêma ‘Diri El-Firat’ 6 şervanên me şehîd bûne û çeperên me hatine rûxandin. Ev nûçe derew e û ji rastiyê dûr e.

Dewleta Tirk îdia kir ku 2 û 5ê Gulanê li herêma Efrînê hêzên me sivîl topbaran kirine û li gorî nûçeyên dewleta Tirk li hemberî sivîlan êrîşêke bombeyî pêk hatiye.

Li vê herêmê tu tevgera hêzên me nîn e. Yên ku herêmê bê ser û ber topbaran dikin, dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê ne.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye