HSDê bajarê Hecîn kontrol kir

Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) di çarçoveya şerê DAIŞê li parêzgeha Dêrazorê karî bajarê Hecîn kontrol bike.

Navenda ragehandina HSDê di daxuyaniyekê de ragehand ku, îro Pênşemê hêzên wan bajarê Hecînê li parêzgeha Dêrazorê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji destê DAIŞê rizgar kir.

Ji aliyê xwe ve ajansa RT ragehand ku, Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li navçeya Hecîn û Sûse di operasyoneke taybet de 300 welatên sivîl ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin. Herwiha da zanîn ku, hîn jî şer bi giranî li wê deverê berdewam e.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin