HSDê 15 çekdarên alîgirên Tirkîyê girtin û 5 jî kuştin

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li bajarê Serê Kanîyê yê Rojavayê Kurdistanê, tîmeka çekdarên ser bi artêşa Tirkîyê ve girtin û 5 çekdar jî kuştin.

Navenda Nûçeyan

 

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li bajarê Serê Kanîyê yê Rojavayê Kurdistanê, tîmeka çekdarên ser bi artêşa Tirkîyê ve girtin û 5 çekdar jî kuştin.

 

Jêderekî ji HSDê ji peyamnêrê K24ê re ragihand, şervanên HSDê nêzîkî 15 kesan, ku endamên şaneyeke ser bi artêşa Tirkîyê ve bûn, li Serê Kanîyê desteser kirin, ku hewl didan alozîyê li nava bajêr derbixin.

 

Wî jêderî da zanîn jî, 5 çekdar jî dema hewl didan ji alîyê Tirkîyê ve derbasî nava Serê Kanîyê bibin, ji alîyê şervanên HSDê ve hatin kuştin.

 

Bi gotina wî jêderî, artêşa Tirkîyê dixwaze derbasî gundên derdora Serê Kanîyê bibe lê HSDê rê li ber wan girtîye, ji ber wê jî niha şer û pevçûn heye li wan deran.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir