HSDê 100 dîlên DAIŞê radestî Iraqê kirine  

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 100 dîlên ser bi rêxistina terorîstî ya DAIŞê radestî hikûmeta federal a Iraqê kirine.

Medyaya Iraqê ragihandiye HSDê 100 dîlên Iraqî yên DAIŞî radestî hikûmeta Iraqê kiriye û ew dîl di deriye sînor û Rabîeyê re hatine derbaskirin.

Herwiha ligor medyaya Iraqê ew dîlên DAIŞê ji aliyê hêzeke hevbeş a wezareta navxwe û artêşê ve hatine wergirtin û ji bo Mûsilê hatine şandin.

Biryar e dezgeha îstîxbararî ya nehiştina terorê ya parêzgeha Nînowayê serederiyê bi wan dîlên DAIŞê re bike û wan radestî dadgehê bike.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye