HSD: Têkoşîna li dijî DAIŞê derbasî qonaxeke nû dibe

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî rahigand şerê eniyan ê li dijî DAIŞê qediya û ew stratejiyeke nû diyar kirine da ku birêxistinbûna hişmendî û îdeolojiya DAIŞê bi temamî bê jinavbirin.

DAIŞ, li Dêrezorê, hatiye dawîbûna xwe.

Fermandarê Giştî yê HSDê da xuyakirin ku ew hatine dawiya şerê li dijî DAIŞê û rêxistin, li gundê Baxozê ya li Dêrazorê li xaleke piçûk hatiye dorpêçkirin û ew bi hişyarî tevdigerin lewre sivîlan weke mertalê bi kar tînin û hin endamên HSDê jî li wê herêma dorpeçkirî di destê DAIŞê de ne, lê bo dawîlêanîna wan, ne roj, demjimêrin mane.

Ebdî da zanîn, digel ku şerê eniyî li dijî DAIŞê qediyabe jî, ne tenê bi bîrdozî û hişmendî, herwiha birêxistinbûyînên nepen ên leşkerî jî hene û digel ku xîlafet û rêxistina xuyakirî ya DAIŞê qediyabe jî birêxistinbûn wan a leşkerî hêj neqadiyaye û li gor vê yekê ew jî stratejiyeke nû saz dikin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin