HSD pêşwazî hêzên ereb dike

Nûnerê berê yê rêveberiya xweser ê li bajarê Silêmaniyê Şêrzad Yezîdî ji malpera RT ya Rûsî re ragihand, ku "Fermandariya giştî ya hêzên Sûriyeya Demokrat pêşwaziyê li hatina hêzên serbazî yên welatên erebî ji bo Bakurê Sûriyê dike.

Yezîdî diyar kir, ku "Federaliya Bakurê Sûriyê ne li dijî hatina hêzên welatên Erebî ye, ji ber ku ew ê bibin mertalek li pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê ku dixwaze dest li ser Bakurê Sûriyê û Iraqê deyne."

Yezîdî got: "Biryara kişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ne lojîkî ye, ji ber ku tiştê li Sûriyê diqewime, wek cengeke cîhanî ye û cengeke nû ya sar e, ji ber ku şerê navxwe yê Sûriyê hiştiye ku zehmet be welatên mezin hêzên xwe bikişînin û dibe ku daxuyaniyên Trumpî li ser wê pirsê tenê ji bo têstkirina helwestan be."

Ev çendîn car in serokê Amerîka Donald Trump behsa kişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê dike û berî niha jî da xuyakirin, ku ew dixwaze hêzeke hevbeş ji çend welatên kendava Erebî û Misrê li şûna hêzên Amerîkî li Bakurê Sûriyê belav bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin