Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragehand, êrîşên Tirkiyê li ser Kobanê û Girê Spî piştevaniyeke temam ji DAIŞê re ye û êrîşên Tirkiyê hiştiye ku operasyonên wan li devera Hecînê li rojhilata çemê Firatê li parêzgeha Dêrazorê ji bo demekê werin rawstandin.
HSDê di daxuyaniya xwe de da zanîn, ew amade ne beramber li her êrîşekê û di nava wan de êrîşên Tirkiyê rawestin.
Fermandariya Giştî ya HSDê herwiha di daxuyaniyê de got ew ê bersiva wan êrîşan bidin û daxwaz ji Hevpeymaniya Navneteweyî ya ku Amerîkayê serpereştiya wê dike kir û got bila hevpeymaniya navdewletî helwesta xwe ya li hember van êrîşên TSKê zelal bike.
Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî kir, êrîşên Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê rawestîne.
Du roj in, Artêşa Tirkiyê baregehên YPG li bajarên Kobanê û Girê Sipî li Rojavayê Kurdistanê topbaran dike û li gorî zanyariyan, heya niha di encamê de 2 şervanên YPGê canê xwe jidest dane.
Fermandariya Giştî ya HSDê jî ragihandibû, ji mafê wan e bersiva êrîşên dewleta Tirkiyê bidin û îro jî otombîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê jinav biribû.