HSD: Li Eyn Îsa 16 çekdarên Tirkiyê hatin kuştin

.

HSDê dibêje, di şerê Eyn Îsa de 16 çekdar ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin, zarokek jî ji ber topbarana Tirkiyê hatiye kuştin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê duhî êrîşî herdu gundên Seida û Mielîk yên Eyn Îsayê kirin, wan jî bersiv dan ji ber wê jî şerekî giran derket.

HSDê daye zanîn, di wî şerî de herî kêm 16 çekdarên Tirkiyê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Li gor çavkaniyên ser bi HSD, ji encam topbarana Tirkiyê, zarokekê jiyana xwe ji dest daye û 4 sivîlên din jî birîndar bûne.

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê gelek stratejîk e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê wê çaxê rêya navbera deverên Cizîr û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê qut dibe.

Bajarokê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e, ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye