HSD: Kujerên herdu rêveberên jin jî tê de 87 DAIŞî hatin girtin  

.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama operasyona berdewam a li herêma Dêrazorê de, 87 DAIŞî hatine desteserkirin.

Di daxuyaniya HSDê de hat diyarkirin, “Kujerên her du jinên şoreşger Ebrahîm Abd El Razzaq Hitler jî di nav de bi giştî 87 kes hatin girtin, miqdarek cebilxane hat desteserkirin. Herwiha li herêma Dişîşa, tunelek aîdî DAIŞê hat dîtin.”

HSDê da xuyakirin, di encama operasyona wan de; 87 çekdar hatin girtin û 15 çekên AK-47, 8 demançe, 4 çekên sekvanî, 5 tifingên nêçîrê, çekeke Sinopal, 2 bombe û 2 mayin hatin desteserkirin.

Di dawiya daxuyaniya HSDê de hat destnîşankirin, “Bi vê operasyonê ve derbeyek giran li hewldanên DAIŞ’ ya xwe komkirinê hat xistin û operasyon bi awayekî serkeftî hat meşandin. Di vê serkeftinê de berpirsiyar nêzikbûn û destek dayina gelê Dêrazorê jî cihek girîng digire. Pêwîste ev nêzîkatî bi awayekî xurttir berdewam bike. Operasyonên me li hember DAIŞê dê berdewam bikin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye