HSD hin navçeyên din kontrol kir

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir ku Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) karîn hejmarekê ji wan navçeyan kontrol bikin, ku berî çend rojan li rojhilatê Dêra Zorê ji dest dabûn.

Rewangehê diyar kir, hêzên HSD li navçeya Behra li nêzîkî Hecîn li rojhilatê Dêra Zorê, êrîşî çekdarên DAIŞê kirin û karîn tevahiya xalan li wê navçeyê kontrol bikin ku di vê dema dawî de ji dest dabûn.

Li gorî heman jêderê, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi tundî  baregehên DAIŞê li wê navçeyê bordûman kirin û di encamê de, hejmarek ji sivîlan hatin kuştin.

Piştî topbarana Artêşa Tirkiyê li ser hin navçeyên Girê Sipî û Kobanê li rojhilatê Firatê, HSDê wek karvedan rawestandina operasyonên xwe li dijî DAIŞê ragihand û ev yekem êrîşa wê ye piştî rawestandina operasyonan li Dêra Zorê, lê hîn jî HSD daxuyaniyeke fermî derbarê destpêkirina operasyonan neda ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin