HSD: Em pabendî yekrêziya diyaloga Kurdî – Kurdî ne  

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ji bo yekrêziya kurdî, ew bi diyaloga Kurdî - Kurdî pabend in. Dibêje jî: Nabe daxuyaniyên rojnamevanî li pêş diyalogê bibin astengî.

Nivîsgeha Pêwendiyên Giştî yên HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, HSD pabend e bi destpêşxeriya xwe ya diyaloga Kurdî – Kurdî ya di navbera Encûmeha Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de bi armanca gihîştina yekrêziya siyasî ya Kurdî.

HSDê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji her du aliyan kir ku nabe daxuyaniyên rojnamevanî li pêş diyalogê bibin astengî û got: “Asayî ye nakokî di nerîna her du aliyan de hebe, ya girîng ew e, vîna siyasî hebe ji bo derbaskirina nakokiyan û berjewendiyên giştî bixin pêş berjewendiyên partîtî.”

HSDê di berdewamiyê jî de diyar kiriye; “Her du aliyan gavên baş û cidî di danûstandinan de avêtine. Em bi hêvî ne di qonaxa bê de jî, ji bo serxistina diyalogê û gihîştina bi rêkeftineke li ser bingeha niştimanî, gelek gav bêne avêtin.Diyaloga Kurdî – Kurdî, beşek ji stratejiya HSDê ya destpêkirina diyaloga Sûrî – Sûrî di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de ye.”


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye