HSD: Divê Şam îtîrafê bi mafên neteweyî yên Kurdan bike

Şêwirmendê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Rêzan Gulo ji hikûmeta Sûriyê xwest ligel wan dest bi diyalogê bike.

Şêwirmendê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Rêzan Gulo ji hikûmeta Sûriyê xwest ligel wan dest bi diyalogê bike.


 

Şêwirmendê HSDê Rêzan Gulo ragihand, ku ew razî nabin, rewşa navçeyên Kurdî vegere berî sala 2011an û got jî diyaloga wan bi hikûmeta Sûriyê re divê li ser bingeha îtîrafa bi mafê Kurdan be


 

Rêzan Gulo raghand ku divê encama diyalogê çareserkirina pirsa neteweyî ya Kurdan û avakirina sîstemeke demokrat be li wî welatî.


 

Şêwirmendê HSDê da zanîn, li Sûriyê pirsgirêkên cidî hebûn, lewma şoreşê destpê kir û got, “Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin, destûreke demokrat a nû û sîstemeke demokrat bê avakirin.”


 

Gulo dibêje, divê hikûmeta Sûriyê gavên cidî biavêje û radigihîne, “Sûriye êdî perçe bûye, Tirkiyê, beşeke Sûriyê dagir kiriye. Em jî dixwazin li gel hev van cihan rizgar bikin. Em amade ne bo vê yekê û herwiha em bo diyalogê jî amade ne. Deriyê me bo diyalogê vekiriye. Divê rejîma Sûriyê wisa tevnegere mîna ku tiştek çênebûye û ti pirsgirêk nîn in. Ev nayê qebûlkirin.”


 

Herwiha Şêwirmendê HSDê dibêje ew perçebûna Sûriyê naxwazin û xwe weke beşeke Sûriyê dibînin.

Siyaset Haberleri

Derhênera Kurd Ebrû Avciyê xelateke navneteweyî wergirt
Konferansa Naskirina Jenosîda Kurd: Serok Barzanî wê beşdar bibe
Îsraîlê daxuyaniyek li ser 'leşkerên Tirk li Xezzeyê' da
Zelenskyy: Em planeke agirbestê amade dikin
Serokê TBMMyê Kurtulmuş: “Zimanê dê weka şîrê dê helal e”