HSD daxwaz dike ku 1000-1500 serbazên Amerîkî bimînin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî bang li edamên koalîsyona navneteweyî kir ku nêzî 1000 heta 1500 serbazên xwe li Sûrîyê bihêlin ku di şerê DAIŞê de alîkarîya wan bikin.

Mazlûm Kobanî di press konferansekê de bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir û got: “Em dixwazin ku piştgirîya êrîşên esmanî berdewam bikin û hêzên li ser erdê hebin ku kordînasyona bi me re pêk bînin.” Kobanî herwiha xwest ku Amerîka pêdaçûnê ser biryara vekişîna giştî ya ji Sûrîyê bike ku li paş xwe valahîyekê nehêle.

Daxuyanîyên fermandarê giştî yê HSDê, piştî hevdîtina asta bilind ya bi generalên Amerîkî tê ku jibo nirxandina rewşê heyî li Sûrîyê ne.

Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) General Joseph Votel jî piştî hevdîtina li Kobanî re got ku ew fermana Serok Trump ya vekişîna giştî ya ji Sûrîyê pêk tine.Herwiha Votel wiha gotibû:"Bêguman em fem dikin ku ew ji me çi dixwazin, lê tiştê ku em niha dikin ne ew e. Nîqaşa me birastî ne derbarê mayîna li Sûrîyê ye. Em li rêkên curbicur dinêrin ku hezên koalîsyonê çi dikarin li vê derê bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin