HSD: Amerîka pabendî erkên xwe nebû

Fermandarîya Giştî ya HSDê Amerîka tometbar dike, ku pabendî erk û sozên xwe nebû û hêzên xwe ji navçeyên sînorî vekişandin.

Navenda Nûçeyan

 

Fermandarîya Giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di daxuyanîyekê de belav kir, tevî hewlên wan ên ji bo gurbûneke leşkerî bi Tirkîyê çê nebe û pabendbûna wan bi mîkanîzma ewlehîyê, lê Amerîka pabendî erkên xwe nebû û hêzên xwe ji navçeyên sînorê bi Tirkîyê re vekişandin.

Fermandarîya Giştî ya HSDê da zanîn jî, Tirkîye niha amadekarîya operasyona dagîrkirina bakur û rojhilatê Sûrîyê dike. Ev operasyon jî dê bandoreke neyênî ya mezin li ser şerê wan li dijî DAIŞê bike û dê hemû aramîya di salên bûrî de bidest ketine, têk bide.

Fermandarîya Giştî YA HSDê di daxuyanîya xwe de tekez dike, hêzên wan ji bo beravanîya li xwe bike ti carî dudil nabe.

Herwiha bang li gelê bakur û rojhilatê Sûrîyê bi hemû pêkhatîyên wê Ereb, Kurd, Siryan û Aşûriyan kir, xwe bidin hev û bi HSDê re berevanîyê li hemberê dagîrkirina Tirkîyê bikin.

 

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'