HSD: 37 çekdarên girêdayî Tirkiyê di şerê Eyn Îsa de hatin kuştin

.

 HSDê bi daxuyaniyekê amarên her sê rojên şerê Eyn Îsa yê di navbera HSDê û komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve eşkere kir û diyar kir, 37 çekdar hatine kuştin û 18 çekdar jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de Navenda Ragihandina HSDê destnîşan kir ku di 3 rojên şerê Eyn Îsa de, ku ji 18 heta 20ê Adarê berdewam kiribû, 37 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin û 18 çekdarên din birîndar bûne.

Li gor heman daxuyaniyê, di bersivdana êrîşên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, hejmareke wesayitên serbazî hatine têkşikandin.

Herwiha Navenda Ragihandina HSDê eşkere kir, 4 şervanên HSDê can dane û 4 şervan jî birîndar bûne.

Li aliyê din ve, di encama topbarana artêşa Tirkiyê de jî, zarokek bûye qurbanî û 5 sivîl birîndar bûne.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye