HRW: Li Efrînê sivîl têne kuştin

Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan(HRW) îro ragihand ku wisa diyar e ku di sê bombabaranên Artêşa Tirkiyeyê de " ji bo parastina sivîlan bergiriyên pêwîst nehatine girtin.”

HRWê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşan de 26 kes hatine kuştin ku 17 ji wan  kesên hatine kuştin jî zarok in.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî eşkere kirine, 125 hezar kesan ji herêmên din bar kiriye Efrînê ku li gel wan niha 323 hezar kes li Efrînê dijîn.

Herwiha HRWyê diyar kir “Lijneya Tenduristiyê ya kurdan a ku bi PYD(Partiya Yekîtîya Demokratîk) re têkildar eşkere kiriye ku 150 sivîl hatine kuştin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin