HPG: Şerê bi Pêşmerge re xizmeta berjewendiyên netewî nake

.

Fermandarê hêzên Pêşmerge yê Helgurd Behram Arif Yasîn bo Rûdawê ragihandiye ku tîmeka PKK ê li navçeya Soran li nahiya Sîdekanê bi sîlihên mezin li noqteyeka Pêşmergeyan xistiye û ev salekiye ku PKK dixwaze bela xwe li Pêşmerge bixe. Yasîn her weha ragihandiye ku PKK, TNT dixe bin rêyan, dibin sedema valakirina gundan, hêcetan didin destê Tirkiyê û di encamê de êrîşê Pêşmergeyan kiriye.

Fermandar Behram Arif Yasîn her weha gotiye ku grûba PKK ê di êrîşê de RPG, BKC, klaşnîkov û tivingên nîşanvanan bikaranîne lê ti ziyanekî negihaye Pêşmerge.

Lê PKK mijarê red dike û dibêje ku ew êrîşê ser Pêşmerge nekirine û kiryarên weha ji doza netewî ya Kurd re xizmetê nake. Beşa çapemeniyê ya HPG ê bi kurtî mijarê weha ragihandiye:

“Weka tê gotin ti êrîşa hêzên me çênebûye. Em li hemberê Tirkiyê berxwedana netewî ya dîrokî dikin. Em dixwazin pêşmerge tevlî vê berxwedanê bibe û destekê bide me. Welew destekê nedin me jî bila sehayê li me teng neke.”

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn