Hoşyar Zêbarî: Wêrekiya Îraqê nîne ku êrişkaran eşkere bike

.

Endamê Desteya Kargêrî ya Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand ku meha Tîrmehê komên çekdar ji nav axa Îraqê 38 caran bi dronên bombebarkirî êrişî qadên petrolê û dezgehên binesaziya aborî yên Herêma Kurdistanê kirine.

Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî:

"Hikûmeta Îraqê wekî her car komîteyeke lêkolînê ji bo derxistina rastiyan pêk anî.

Rapor derket û êriş hatin piştrastkirin lê wêrekiya wan nebû ku navê kiryaran eşkere bikin.”

Dawiya meha Tîrmehê ji ber êrişên dronan ziyan gihîşt beşek ji qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê.

Li gorî Cîgirê Birêvebirê Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed, ji ber êrişan Herêma Kurdistanê 200 hezar bermîl hilberîna petrolê ji dest da.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî 28ê Tîrmehê derbarê êrişên dronan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû:

“Komîteyeke hevbeş ji bo lêkolîna wan êrişan hatiye avakirin û dê encamên xwe pêşkêşî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bikin.”

Şeva çarşemê jî Qasim Erecî di bernameyeke televizyonî de ragihand:

“Kiryarên êrişên dronan ên li ser qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatine eşkerekirin û ew êriş ducare nabin.”

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Qoserê  Seredana Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kir
Heyeta PWKyê li Swêregê beşdarî bîranîna Faîk Bûcak bû
Peyama spasî û pêzanîna HizbaDêmokrat rû bi xelkê xebatkar ê Kurdistanê, azadîxwazan, hizb û aliyên siyasî yên Kurdistan û Îranê
Parlamenterê Êzidî: Divê operasyona gendeliyê Şingalê jî li xwe bigire
Li Herêma Kurdistanê deriyê hawerdekirina benzînê hat vekirin