Hopkins: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 95 Mîlyonan Derbas Kir

.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 95 mîlyonan derbas kir. Li gorî agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 95,077,677 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 24 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 10 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 8,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê heta niha pirtir ji 2 mîlyon kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 397,600 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 209,847 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û di wir re derbazî dewletên din bûbû.

Hêjayî bîrxistinê ye tîmeke pisporan ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bo lêkolînên ser şewba vîrusa korona di rojên borî de serdana Wuhanê kirin, lê wan hîn ti agahî belav nekiriye.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye