Hizba Demokrata Kurdistanê kuştina serkirdeyekî xwe li Hewlêrê ragihand

.

HDK: Endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî roja Pêncşemê 6ê Tebaxê ji aliyê 2 teroristên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû revandin.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK) ku partiyeke opozîsyona Rojhilatê Kurdistanê ye kuştina endamekî xwe yê komîteya navendî li bajarê Hewlêrê ragihand û bi awayekî yekser Komara Îslamî ya Îranê tometbar kir.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê îro roja şemiyê 07.08.2021ê ragihandiye, Endamê Komîtiya Navendî Mûsa Babaxanî êvara roja pênceşmê ji aliyê 2 kesên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve ne hatiye revandin û îro sibehê cenazeyê wî li odeyeka otala bi navê Gulî Silêmanî li Hewlêrê hatiye dîtin û li ser bedena wî cihên îşkenceya giran diyar in.

Ligor daxuyaniya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Mûsa Babaxanî xelkê Kirmaşanê ye û salên direj e di nava hizbê de xebat kiriye û di kongreya 17an a hizbê de bûye endamê komîteya navendî.

Herwiha sekreteruya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê hevxemiya xwe ji malbat û hevsengerên Mûsa Babaxanî ragihandiye û wê di demeke nêzîk de zanyariyên zêdetir derbarê jiyan û têkoşîna Mûsa Babaxanî belav bike.

Herwiha Hizba Demokrata Kurdistanê şehîdkirina Mûsa Babaxanî weke ‘’nûtirin qurbanê terorîzma Komara Îslamî ya Îranê’’ bi nav kiriye. 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin