Hîmê mezintirîn konsulxaneya Emerîkayê li Hewlêrê hate danîn

Îro 6ê Tîrmehê bi beşdarbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û balyoz û konsulê Amerîka yên li Bexda û Hewlêrê, kevirê hîmê konsulxaneya nû ya Amerîka li Hewlêrê hat danîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêştir û dema ragihandina destpêkirina avakirina konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê di 23ê Nîsana 2018 de gotibû: “Ev kar nîşana baweriya Amerîka bi niha û paşeroja geş a Kurdistanê ye.”

 

Li gorî zanyariyan, daçûna avakirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê, 600 milyon dolar e û karê avakirina wê dê 4 salan bidome.

 

Tê zanîn ku, ev baregeha konsulxaneya DYAyê ya li Hewlêrê dê bibe mezintirîn konsulxaneya Emerîkayê ya li cîhanê.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin