Him li dijî kurdî ne him jî li dijî aştîyê ne!

Carekê din derket ortê ku ev dewlet û hukimeta Tirk ne tahammula wê ji kurdî re heye ne jî ji aştîyê re.

Wezareta Karûbarê Navxweyî ya Tirkiyê li Stenbolê li navçeya Beşîktaşê ji ber ku navê kuçeyekê bi Tirkî û Kurdî ye di derheqê wê de lêpirsîn destpêkirîye.

Şaredarîya Beşîktaşê di 1ê Ilona 2014ê de bi 200 kesî seredana Heqarîyê kiribû û bi şaredarîya wê re bibû ”şaredarîya bîra” û di 2015ê de li navçeya xwe navê kuçeyekê kiribû "Kuçeya Bariş-Aştî" û li Haqerîyê jî navê kuçeyekê bibû Beşiktaş. Lê piştî salekê nîv Wezareta Karûbarê Navxweyî ya Tirkiyê di derheqê vî navî de lêpirsîn vekirîye.

Carekê din derket ortê ku ev dewlet û hukimet ne tahammula wê ji kurdî re heye ne jî ji aştîyê re.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin