Hilbijêrên 'xeyalî' bûn cihê nîqaşê

Tirkiyê, di bin sîbera dek û dolaban dikeve hilbijartinên herêmî. Partiyên opozîsyon di zeviyên vala, qadên înşaatê û avahiyên ku tune ne de bi hezaran tomarên hilbijêran tespît kirin.

Beriya hilbijartinê herêmî yên 31ê Adarê, nîqaşa 'hilbijêrên xeyalî' destpê kir. Partiyên opozîsyon radigihînin ku wan di lîsteyên hilbijêran de gelek nelirêtî tespît kirine.

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ragihand ku li Şernexê sala par 5 hezar û 201 hilbijêr hebûne lê îsal derketiye 7 hezar û 163an. Partiya İYİ jî li Bedlîsê xaniyekî bi 99 metrekareyî tespît ki ku tê de 80 kesên ji malbatên cûda tomarkirî ne.

HDPê ragihand ku li Çêwlikê di nav xaniyekê de 224, li Hênêya navçeya Amedê jî di nav malekê de 208, li Colemêrgê jî di navnîşanekê de 1108 hilbijêr tespît kirine.

Meral Danış Beştaşê got li Sêrtê di heman navnîşanê de 528 hilbijêr, li Şernex Bêşebabê jî 526 hilbijêr di heman navnîşanê de hatine tomarkirin ku ev hilbijêrên di heman navnîşanan de li herdu bajarên Şirnex û Sêrtê ne li ser navnîşanên li wan bajaran tomarkirî ne. Çi bû, çi qewimî ku ev mirov ji bajarên xwe hatine koçî van deran bûne jinişkave. Diyar e AKP dixwaze bibêje me ew anîn da ku bo me dengan bidin.

Hêjayî gotinê ye ku partiyên opozîsyon daxwaza dirêjkirina dema giliyên nelirêtiyên hilbijartinê dirêj bikin lê YSKê ev daxwaz red kir û dema giliyan îro bidawî bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin