Hilbijartin/ Xelkê Şingalê rastî astengiya artêşa Iraqê tên!

Hat ragihandin ku leşkerên Iraqê hemwelatiyên ku dixwazin herin navendên dengdanê û dengê xwe bikar bînin asteng dike.

Li gor ajansa Sputnikê ku xwe dispêre çavkaniyên herêmê, hêzên ewlehî yên Iraqê mudaxeleya hemwelatiyên ku dixwazin herin navendên dengdanê deng bidin dike. Hemwelatî ji ber mudaxeleya hêzên iraqî bi tirs û endişene.

 

Tê gotin milîsên Heşda Şeibî li sindoqên dengdanê ku li herêma Til Benat a Şingalê danîne dengan didin û nahêlin hemwelatî li wê navendê dengên xwe bikar bînin.

Herwiha milîsên Heşda Şeibî destûra ku çapemenî pêvajoya dengdanê bişopîne nade. Milîsan di 10ê Gulanê de jî nûçegihanên ajanên Kurdistanê ku xwestibûn herin Şingalê asteng kiribûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin