Hikûmeta Tirkiyê li parêzgeha Sêrtê jî heta 15 rojan her cûre çalakî qedexe kir

.

Hikûmeta Tirkiyê li parêzgeha Sêrtê ya Bakûrê Kurdistanê, 15 rojan her cûre çalakiyên seranserî qedexe kir.

Walîtiya parêzgeh Sêrtê ya Bakûrê Kurdistanê ragihand ku li seranserî parêzgehê bo demê 15 rojan her cûre çalakiyên wek daxuyaniya çapemenî, çalakiyên rûniştinê, meş, vedana çadiran û kampaniyên îmzeyan hatine qedexekirin.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de got ku  biryara qedexeyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna Koronayê , provaksyonên neçaverêkirî û bergiriya  bûyerên civakî hatiye ragihandin.

Li aliyê din li parêzgeha Wanê ya Bakûrê Kurdistanê careke din qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniyekê walîtiya parêzgeha Wanê, ji roja Duşemê, 3 Hezîranê 2021 heta 17 Hezîrana îsal, bo dema 15 rojan hemû cûrên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha qedexe ne.
 

Kurdistan Haberleri

CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir
Nêçîrvan Barzanî sibê seredana Bexdayê dike
Li Îranê pêla girtin û îdamkirina Suniyan: Kurd û Belûç di hedefê de ne
Çîrokên 3 ciwanên Urmiyeyî yên ku Îranê ew îdam kirine
Supaya Pasdaran bangî Trump kir: Hilbijartinekê bike