Hikûmeta Kurdistanê: Krîz bi Rojava sînordar namîne

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aşkere kir ku êrişeke yek alî li Rojavayê Kurdistanê dê sûdeke wê ji ti alîyan re nebe û krîz dê bi Rojava jî sînordar nemîne.

Navenda Nûçeyan

 

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh di bin serokatîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de civînek saz kir.

 

Piştî civînê daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin û hat ragihandin ku di civînê de dawîn pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê, Iraq û herêmê hatine gotûbêjkirin.

Derbarê êrişa Tirkîyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê hatiye gotin, “Alozbûna rewşa Rojavayê Kurdistanê dibe sedema encamên xirab û ev encamên han jî vê tenê bi sînorên Sûrîyê re nemînin belûu dibin sedema awarebûna hezaran kesên din ku piranîya wan jî vê berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. Jiber vê yekê divê kêşeyên heyî bi rêya diyalog û rêbazên aştîyane werin çareserkirin û biryara yek alî ya leşkerî ne di berejwendîya ti welatekî deye.”

Herwiha hatîye gotin ku pêşhat û guhertinên vê dawî yên Iraq û Sûrîyê jî hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser piştgîrîya bo daxwazên rewa û destûrî yên xwepîşanderan bi awayekî aştîyane û medenî hatîye kirin.

Hatîye gotin ku ew piştevanîya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bo çareserkirina kêşeyan dikin.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir