Hikûmeta Kurdistanê helwesta xwe li ser îstifaya Ebdulmehdî eşkere kir

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, Herêma Kurdistanê li ser helwesta xwe ye û dixwaze di çarçoveya Destûrê de bi hikûmeta Iraqê re li hev bike.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Silêmanîyê, panêlek li ser hemwarkirina Destûr Iraqê dest pê kir. 

 Berdevkê hikûmeta Kurdistanê, Cotyar Adil jî di panêlê de beşdar e. Adil li ser dest ji kar berdana serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî got, hîn zû ye mirov tiştekî bêje. Ka em bizanin rewşa Iraqê dê çi lê were.

Cotyar Adil her wiha got, em li ser helwesta xwe ya berê ne. Em dixwazin bi hikûmeta Iraqê re di çarçoveya Destûrê de û bo garantîkirina mafên gelê Kurdistanê li hev bikin.

Li ser venivîsîna Destûra Iraqê jî berdevkê hikûmetê got, bi bawerîya me ti carî Destûrek ji ya niha baştir li Iraqê nayê nivîsandin. Di vî warî de nêrîna me ev e.  

 Çavkanî: Nerina Azad

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir