Hikûmeta Kurdistanê êrişa li dijî parlementerê kurd Xalib Mihemed şermezar kir

.

Hikûmeta Kurdistanê êrişa li dijî endamekî kurd yê parlementoya Iraqê şermezar kir.

Duh bi şev li bajarê Silêmaniyê, endamekî kurd yê parlementoya Iraqê bi navê Xalib Mihemed li ber mala xwe, bi kêran rastî êrişê hat û birîndar bû.

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê, Cotyar Adil li ser wê mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand, hikûmeta Kurdistanê wê êrişê bi tundî şermezar dike û xelkê Kurdistanê jî piştrast dike ew kes yan kesên ku ew êriş kirine, dê bi zûtirîn dem bên dîtin û sizadan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye